Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê êrişî hêzên polîsê Tirkiyeyê hat kirin û di encam de 4 polîs birîndar bûn.
Li gor agahiyan, li navçeya Kerboran (Dargeçit) a girêdayê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê mînek li ser rêya otomobîla zirxî ya hêzên polîs ên Tirkiyeyê de teqiya.
Hat zanîn, di encama teqînê de 4 polîsên tirk birîndar bûne ku birîna yek ji wan dijwar e.
Hat gotin, ku ew polîsê ku birîna wî dijwar e bi 2 caran bi şoka elektirîkê vegeriyaye jiyanê û ji mirinî rizgar bûye.
Tîmên hawarhatinê polîsê birîndar ber bi nexweşxaneya dewletî ya Midyatê ve veguhastin û dest bi dermankirina wan hat kirin.
Piştî teqînê, Hikûmeta Tirkiyeyê hejmareke zêde ya hêzên polîs û hêzên ewlehiyê ber bi cihê bûyerê ve şand û li herêmê dest bi operasyonê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse