Di Çemê Êlihê de zarokeke 13 salî xeniqî

08-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Çemê Êlihê Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezoyê ya ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ve Fatmanur Zehra Başer a 13 salî ji bo ku xwe hênik bike kete Çemê Êlihê û tê de xeniqî.

Li gundê Şerbetlî yê ser bi navçeya Hezoyê îro Şemiyê 8ê Temûza 2023an keçeke 13 salî ji bo ku xwe hênik bike kete Çemê Êlihê û piştî demekê di nav avê de wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê yên ser bi Şaredariya Êlihê ve dest bi lêgerînê kirin.

Piştî çend demjimêran cenazeya keça 13 salî ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve hat derxistin û ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hat şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst