Li Erdexanê ji ber belavbûna nexweşiya şapê karantîna hat ragihandin

08-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Erdexan Nexweşiya Şapê Karantîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê bi armanca rûbirûbûna belavbûna nexweşiya Şapê û vîrûsa SAT-2 ku tê îdîakirin çavkaniya wê ji Îranê ye li hemû gund û bazarên ajelan karantîna hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê parêzgariya Erdexanê ve hatiye belav kirin, roja Înê 7ê Hezîrana 2023an li parêzgehê ji bo rûbirûbûna nexweşiya Şapê ya di nav ajelên wek çêlek û golikan de û rawestandina liv û tevgera ajelan civîneke taybet bi tendirustiya ajelan li Erdexanê hatiye kirin.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku ji bo kêmkirina belavbûna bilez a nexweşiya şapê û vîrûsa SAT-2 ya di nav ajelên Erdexanê de ku çavkaniya wê ji Îranê ye hemû tax û gundên li wê parêzgehê û bazarên ajelan hatine karantînakirin.

Parêzgariya Erdexanê diyar kiriye ku dê di dema karantînayê de hemû bazarên ajelan girtî bin û ev yek dê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bê çavdêrîkirin.

Herwiha dibêje kesên ku biryara karantînayê binpê bikin dê derbarê wan de karûbarên yasayî bên destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst