Girtiyê Kurd piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan

08-07-2022
RÛDAW
Nîşan Kurd Girtiyê Kurd Fesîh Coşkun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ku di salên 1990'î de bi hinceta endamtiya PKK'ê  hatibû girtin û cezayê heta hetayê yê girtîgehê lê hatibû birîn, piştî 30 salan ji girtîgehê hat azadkirin.

Di mehên dawî de nûçeyên serbestberdana girtiyên Kurd ên ku 30 salan di zîndanê de mane, li pey hev tên. Yek ji wan jî girtiyê Kurd ê ji Mûşê Fesîh Coşkun e.

Fesîh Coşkun ku di sala 1992'an de di 37 saliya xwe de hatibû girtin, tam piştî 30 salan di temenê 67 saliyê de ji zîndanê hat berdan.

Di kampanyayên ji bo girtiyên nexweş de yên ku bi rêya ÎHD'ê re hatine lidarxistin, navê Coşkun gelek caran hat rojevê.

Heta niha gelek caran daxwaza berdana Coşkun hatibû kirin ku gelek nexweşiyên wî hene; lê belê ew piştî temamkirina cezayê xwe yê 30 salan hat berdan.

Fesîh Coşkun ku di sala 1952'an de ji dayik bûye, di sala 1992'an de li navçeya Melazgir a Mûşê di serdegirtina mala wan de hatibû desteserkirin û piştî çend rojan ji desteserkirinê bi biryara Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya wê demê cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.

Fesîh Coşkun ku li gelek girtîgehan girtî bû, ji ber nexweşî û dermankirina wî bo Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê hatibû rakirin.

Coşkun herî dawî ji Girtîgeha Afyonê hat berdan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst