Termê dayika Gultan Kişanak li gundê wê hat definkirin

08-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Termê dayika hevseroka BDPê Gultan Kişanak, Melek Ozer li zêda wê ya li bajarê Elezîzê li bakûrê Kurdistanê hat definkirin.

Dayika hevseroka BDPê Gultan Kişanak, Melek Ozer duh (07.06.2013) li nexweşxaneya bajarêElezîzê wefat kir.

Li gorî nûçeya ajansa DÎHAyê, piştî ku cemxaneya Elezîzê merasima cenaze hat lidarxistin, termê dayika Kişanak li goristana gundê Sûn ê nêzîkî Elezîzê hat definkirin.

Piştî definkirinê kurdê Melek Ozer, Husên Ozer axaftinek kir û got: “Dayika min jî mîna hemû dayikên vê deverê gelek êş kişand lê qet nehîşt em bi êşên wê bihesin. Qet pêşiya têkoşîna me negirt.”

Di merasima definkirina cenazeyê dayika Kişanakê de, seroka federasyona êzîdiyan Feleknaz Uca, parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana, parlamenterên BDPê Ayla Akat Ata, Îdrîs Balûken, Husamedîn Zenderlîoglu û gelek kesên din beşdar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst