Nêçîrvan Barzanî û Vladimir Putin li Moskowê dicivin

09-05-2018
RÛDAW
Civîneke Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Vladimir Putin (02-06-2017)
Civîneke Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Vladimir Putin (02-06-2017)
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Vladimir Putin Moskow Vexwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e îro Çarşemî 9ê Gulana 2018ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Moskow li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin bicive.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh Sêşemî û li ser vexwendina fermî ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ber bi Moskowê ve bi rê ketibû.

 

Nêçîrvan Barzanî îro li Moskowê beşdarî bîranîna Serkevtina Şerê Mezin ê Niştimanî yê Rûsyayê ya di serdema Şerê Cîhanî yê Duyem de bike, herwiha tê çaverêkirin ku beşdarî çend gotûbêjên giring û dualî jî bibe, di nav wan de jî civîna dualî ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Rosneftê Îgor Sîçîn, ji aliyê ofîsa Vladimir Putin ve hatiye vexwendin.

 

Ev cara yekemîn e ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi fermî ji aliyê Rûsyayê ve û ji bo beşdarbûn di salvegera bîranîna serkevtina Rûsya di şerê cîhanî yê duyem de, bo serdankirina wî welatî tê vexwandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst