Qasim Şeşo: Dibe ku fitne derbikeve

08-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo got girtina Fermandeyê Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) Heyder Şeşo dibe ku bibe sedema fitnê.

 

Qasim Şeşo ku mamê Heyder Şeşo ye, ji Rûdawê re wiha got: “Heta ku sedama girtina biraziyê min diyar nebe, ez tişteke  nabêjim. Lê heta ku rastî dernekevin jî ez qebûl nakim ku biraziyê min bê şermazerkirin.”

 

Qasim Şeşo derbarê alîkariyên Heyder Şeşo bo Heşdul Şeibî jî wiha got: “Ez bawer dikim ku ji Îran û Iraqê bi rêya hin kesên di hundir de ev plana siyasî hatibe kirin. Dixwazin fitne derbixin.”

 

Şeşo da zanîn wî beriya niha ji Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwestiye Heyder Şeşo tevlî Hêzên Pêşmerge bibe lê ji ber, hin şert dane pêş ev yek pêk nehatiye.

 

Qasim Şeşo derbarê hêza hatî avakirin de wiha got:

 

“Heyder Şeşo hêj Heşdul Şeibî ne hatî avakirin ew yekîne ava kiribû. Lê piştre hin aliyan bandor li wan kir û kişandin alike din. Em êzîdî xwe wek Pêşmergeyên Kurdistanê dizanin. Barzanî jî serok û rêberê me ye. Tiştên dibe em qebûl nakin. Em hêvî dikin Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) vê pirsgirêke çareser bike.”

 

Şeva 6ê Nîsana îsal, Fermandeyê Hêza Parastina Şingalê Heyder Şeşo, bi sedema ku li devera Şingalê “Heşdul Şeibî” ava kiriye, ji aliyê hêzên Asayişa Dihokê ve hatibû girtin.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê duhî diyar kir ku wan beriya niha hişyarî dabûn Heyder Şeşo û hinek kesên din ên ku dixwestin hêzeke deryasayî li Şingalê ava bikin lê wan guhê xwe neda vê yekê û ji ber vê yekê Heyder Şeşo hatiye girtin.

 

Parlamenterê Kurdistanê ji Fraksiyona YNKê Zana Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihandibû: “Piştî ku herdu polîtburoyên PDK û YNKê şevê din civiyan û biryar dan ku wê hêzê bixin ser Wezareta Pêşmerge, îro jî Heyder Şeşo hat berdan.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst