YPGê amarên şer û pevçûnan diyar kir

08-03-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) amarên şer û pevçûnên di meha Sibata borî de li Rojavayê Kurdistanê qewimî, eşkere kirin.

 

Li gor amarên YPGê, di Sibatê de 782 çekdarên DAIŞê li çend navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin û termê 235 çekdaran di destê wan de ye û 3 çekdar jî dîl ketine destê YPGê.

 

YPGê herwiha eşkere kir ku di meha borî de 67 şervanên wan di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de şehîd ketine.

 

YPGê herwiha bal kişand ku di Sibatê de 24 caran şer û pevçûn di navbera hêzên kurdî û DAIŞê de qewimî ne, herwiha çekdarên rêxistine 6 êrîşên xwekujî li dijî şervanên YPGê pêk anîne.

 

Her li gor amarên YPGê, di şerê meha borî 16 otombîlên leşkerî yên DAIŞê hatine têkbirin û gelek çek û cebilxane ketine destê YPGê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst