Hewlêr (Rûdaw)- Li kampa Kewirgoskê ya koçberên Rojavayê Kurdistanê, keçeke 14 salî di rêya xwarina heban re hewla kuştina xwe dabû û piştî ku 8 rojan li nexweşaneyeke Hewlêrê ma, îro, 08.03.2014, di Roja Cîhanî ya Jinan de jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyeke nêzîkî malbata wê wergirtine, “keça 14 salî ya bi navê (F.Ş) ji kurekî hez dikir û dema dayika wê pê hesiya bi tundî li keçikê xist”.
Çavkaniyê diyar kir ku “keça 14 salî berî 8 rojan di rêya xwarina gellek hebên nexweşiya şekir û zextê re hewl dabû xwe bikuje, lê ew di cih de rakiribûn nexweşxanyeke Hewlêrê”.
Çavkaniyê herwiha got, “Ew 8 roj bûn keça 14 salî ku xelkê bajarokê Til Koçer ê Rojavayê Kurdistanê ye, li nexweşxaneya Hawarçûna Rojhilat li bajarê Hewlêrê dihat dermankirin, lê îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse