Galeriya wêneyan

09-02-2021
18 Photos

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzhega Wanê ya Bakurê Kurdistanê nexşên ku di serdema Urartuyê da dihatin bikaranîn, ji nû ve hatin dîzaynkirin/nexşekirin û li ser cilûbergên jinan hatin bikaranîn.

Şaristaniya Urartuyê nêzikî 2 hezar û 700 berê li heremê hikm kiriye.

Enstîtuya Gihiştinê ya Wanê jî ji bo nirxên çandî yên serdema şaristaniya Urartuyê bide jiyandin bigihîne nifşên pêşerojê dest bi xebatan kir.Di vê çarçoveyê de berhemên serdema Urartuyê yên ku ji Kela Aspeşînê, Kela Ayanîsê û Kela Wanê hatine derxistin, li ser cilûbergên jinan hatine nexşkirin.

Li ser cilûbergên jinan yên bi qumaşên taybet hatine dirûtin kembera tûncîn, mertal, kumzirx, berbisk, mohr, zengil, gerdane, dara jiyanê, roj, sembolên ajal û nebatan hatine nexşandin.