Almanek li quntara Çiyayê Cûdî bicî bûye

08-01-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) - Helmut welatiyê Almanyayê ye û du zanîngeh xwendine lê niha li quntara Çiyayê Cûdî li aramiye digere.


Helmut ê 58 salî li welatê xwe Almanyayê endezyarek baş bû; ew dibêje ku Xwedê rêyek da ber wî û berê xwe da Kurdistanê, her çend hatina vê derê li wî giran bû jî xwedê ew neçarê van çiya û baniyan kir û ev qedera wî bû.


Helmut  êdî li çiya û baniyên Kurdistanê ye, di serî de ew dixwaze vê erdnigarî û civaka Kurdistanê nas bike. Wî êdî ev der kiriye welatê xwe û ew gelek caran ji aliyê hîn kesan ve şaş hate fêmkirin û tawanê sixûriyê lê hatiye kirin.


Ew niha li gundê Hesana yê bin quntara Cûdiyê dimîne. Hesana gundê Aşûriyan e, havînê çend mal tên û ji bo destên wan ji gundên wan neyê qutkirin li vê derê dimînin, Helmût wek derwêşekî karê gundiyan dike, carna zibilên nav gund paqij dike. Çi Aşûrî û çi jî  koçerên Kurd bûne dostên wî, ew bi serbestî diçe bi wan re têkiliyan datîne.


Helmut nêzîkê 24 salan e li 4 parçeyên Kurdistanê jî geriyaye, her çend ew gelek ji dostê xwe yên Kurd hezbike jî dibêje ku şîretên min jî ji bo wana hene.


Helmut dibêje ku stranên Kurdan hemû li ser êş û azaran e û divê  ew êdî staranên xwe yên keyf û şahiyê bibêjin. Her wisa ew di nav stranbêjê Kurdan de herî zêde ji Şivan Perwer hezdike; lê hemû albûmên Şivan Perwer ji wî hatine standin.


Hevalê Helmut Gurgîs jî, ji gundê Hesanan e, û ew Aşûri ye, piştî ku Aşûrî ji vê gundê derketîn û çûn Ewropayê wî dest ji gund berneda.


Gurgîs pê bawe re ku Helmut ji wî û ji Gundê wî re wek mizginiyeke Xwedê ye.


Evîn û aramî carna li bin Çiyayê Cûdî carna di bin konê koçerî de ye, çiya û baniyên Bakur niha bûye, stara Helmût;  lê dibe ku ew bê deng û bê hes, serê sibekî zû berê xwe bidde welatekî din jî yê ku xewnên wî xemilandiye.


Nivîsîn: Aydin Bayram

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst