Galeriya wêneyan

07-11-2023
24 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Hewlêrê îro danasîna belgefîlma Mela Ebubekir Xoşnaw û pirtûka "Stêrka Kurdistanê li Asmanên Cape Townê" hat lidarxistin.

Tora Medyayî ya Rûdawê xwe gihand neviyên zaneyê Kurd Ebubekir Efendî Xoşnaw ku salên 1800î ji Kurdistanê çûbû Afrîkayê.

Derhênerê Rûdawê Sîrwan Rehîm li ser jiyana Mele Ebuberkir Efendi Xoşnaw belgefîlmek amade kir.

Rahîm di heman demê de li ser Mele Ebubekîr Efendî, pirtûkeke bi navê "Stêrka Kurdistanê li Asmanên Cape Townê" ya 190 rûpelî jî  nivîsand.

Rûdawê, li Herêma Kurdistanê pêşwaziya neviyên Mele Ebubekir Efendî kir.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw