HSD: Birayê wî çekdarê li Serê Kaniyê bêrêzî li termê şervana Kurd kiribû hat girtin

08-11-2019
RÛDAW
Nîşan HSD Îsmaîl Zaîm Mihemed Zaîm Rojava Ceyş el Îslam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, di operasyoneke taybet de berpirsekî komeke çekdar a ser bi Tirkiyê ve yê bi navê Îsmaîl Zeîm hatiye girtin ku dixwestin serkirdeyên HSDê teror bikin. HSDê ragihandiye, kesê hatiye girtin, birayê serkirdeyekî Ceyş el Îslam e, ku bêrêzî li termê şervana Kurd Amara Rênas kiribû.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Ragihandina HSDê ve hatiye belavkirin,  hêzên HSDê roja 6ê Mijdarê bi operasyoneke taybet ew çekdarê ser bi Tirkiyê ve yê bi navê Îsmaîl Zeîm girtine.

HSDê aşkere kiriye ku hêzên wan ew demeke dirêj e çavdêriya xwe li ser wan kesên ku di nav hewl û plansaziyên êriş û pêkanîna aloziyan de ne berdewam dikin.

Herwiha hatiye diyarkirin herî dawîn hêzên HSDê roja 6ê Mijdarê operasyoneke taybet pêk anîne û di encamê de jî çekdarê bi navê Îsmaîl Zeîm girtine.

Hatiye diyarkirin ku ew çekdar birayê serkirdeyekî grûpa Ceyş el Îslam ê bi navê Mihemed Zeîm e ku li Serê Kaniyê bêrêzî li termê şervana Kurd Amara Rênas kiribû û vîdeoya wê yekê li ser torên civakî ji aliyê wan grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatibû belavkirin.

HSDê diyar jî kiriye ku Îsmaîl Zeîm bi berdewamî li gel birayê xwe Mihemed Zeîm di peywendiyê de bûyem daku plansaziya encamdana êrişan li hember fermandarên HSDê pêk bînin.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku ew herdu çekdar jî endamên grûpa Ceyş el Îslam in ku Tirkiye piştevaniya wê grûpê dike û herwiha di êrişa bo ser Rojava de jî wê grûpê bi awayekî aktîv cihê xwe girtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst