Rojhilat – Kamyonê li keriyê pez da: Bi dehan mî hatin kuştin

07-11-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Sine (Rûdaw) – Li nêzîkî bajarê Bîcarê yê Rojhilatê Kurdistanê, kamyonekê li keriyê pez da, bi dehan ser pez hatin kuştin.

Duh (6ê Mijdarê) ber bi êvarê, li gundê Selwetava yê girêdayî bajarê Bîcarê yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser pira gund kamyonekê li keriyê pez da.

Li  gorî medyaya herêmî, di bûyerê de derdora 100 pezî hatin kuştin, şofêrê kamyonê jî piştî bûyerê reviya.

Qayîmeqamê Bîcarê serdana cihê bûyerê kir û got, şofêrê kamyonê reviyaye lê kamyona wî hatiye tiqûfkirin û lêkolîn derheqê bûyerê de dest pê kiriye.

Gundê Selwetava 15 km dûrî bajarê Bîcarê yê eylaeta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye. 







Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst