Amed (Rûdaw) - Partiyên Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên 24ê Hezîranê niha hêdî hêdî li ser stratejî û nexşerêyên nû dixebitin daku ew amadekariya hilbijartinên herîmî bikin.
Hilbijartinên herêmî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her nêz dibin, partiyên Kurdî jî ji niha ve xwe ji bo nexşerê û stratejiyên nû yên ku sûdê jê wergirin amde dikin.
Ji wan Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) niha ji bilî encamdana kongreyên herêmî; xwe amade dike ku mafê tevlîbûna hilbijartinan bi dest bixe Li aliyekî din Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) yê Şaxa Amedê jî dibêje ku ew niha li ser nexşerêyeke nû dixebitin daku di hilbijartinên herêmî de bikaribin hîn şaredariyan bi dest bixin.
Di destpêka bangeşeyên hilbijartinên 24ê Hezîranê de partiyên Kurdî hewldaneke xurt encam dabûn da ku eniyeke Kurdî ava bikin, lê ev yek pêk nehatibû.
HAK-PARê herî dawî di 4ê vê mehê de kongreya xwe ya şaxa Amedê pêk anîbû û delegasyona partiyê Berîn Eren wek seroka şaxa Amedê hilbijartibû, Seroka nû bi wê yekê amaje dike ku HAK-PAR xebatek xurt dike ku pêdivêyên qanûna partiyên siyasî di dema xwe de bigihîne û wek partî bikeve hilbijartinan.
Derbarê vî mijarê de Seroka HAK-PARê ya Amedê Berîn Eren ji Rûdawê re wiha got: “Em niha hewl didin ku wek Partiya Maf û Azadiyan bikevin hilbijartinan; di 3 mehan de divê ku em li bajar û bajarokan şax û rêxistinên xwe ava bikin û ev demekî gelek teng e, heke em pêk bînin wek partî û heke em pêk neynên emê alternatîfên wê demê binirxînin.”
HUDA-PAR yek ji wan partiyan e, ku her çend bi navê partiya xwe mafê tevlîbûna hilbijartinan bi dest xistibû jî wana di hilbijartinên 24ê Hezîranê de namzetên xwe wek namzetên serbixwe eşkere kiribûn.
Serokê HUDA-PARê yê Şaxa Amedê dibêje ku hilbijartinên herêmî ji bo armancekî qaîm e û wan ji niha ve xebatên xwe dane destpêkirin.
Serokê HUDAPARê yê Amedê Metin Kaya jî got: “Hilbijartinên 24ê Hezîranê ji bo me bû ezmûneke baş, emê gavên xwe li gor wê bavêjin, em di heyamên hilbijartinan de dîsa wek hergav amade ne ku bi hemû layên siyasî re gotûbêjên hevgirtinan bikin. Me ji niha ve amadekariyên xwe kirine û di rojên beriya me de, emê nexşeriyên nû eşkere bikin.”
Li Bakurê Kurdistanê 8 partî û platformên ku xwe wek partiyên Kurdistanî pênase dikin hene; lê HDP ji dengên tevahiya van partiyan zêdetir deng distîne. Di 24ê Hezîranê de van partiyan ji bo ku mercên wek hejmara şaxan û rêxistinbûyînê pêk neanî bûn mafên ketina hilbijartinan bi dest nexistibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse