Dilbixwîn Dara û bernameya 2 Alî xwatir xwastin

07-07-2016
RÛDAW
Pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara
Pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pêşkêşkarê bernameya 2 Alî Dilbixwîn Dara ragihand, ku bernameya 2 Alî piştî pêşkêşkirina 80 xelekan dawî pê hat.

 

Dilbixwîn Dara ku li ser ekranê Rûdawê bi şêweya xwe ya taybet nûçeyan bi zaravê Kirmancî pêşkêş dike, ragihand ku bernameya 2 Alî ya televizyona Rûdawê gihîşt dawî xeleka xwe û ew bername êdî dê bisekine.

 

Dara da xuyakirin, ku di heyama pêşkêşkirina 80 xelekên bernameya 2 Alî de 175  siyasetmedar û kesatî beşdarî bernameyê bûne û li ser ekrana Rûdawê bûne mêvanên malên bîneran.

 

Derbarê dawîhatina bernameya 2 Alî de pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara ev nivîs nivîsandiye:

 

“Temaşevanên hêja, programa 2 alî, me 80 program ji we re pêşkêş kir û nêzîkî 175 siyasetmedar û kesayetî kirin mêvan, bi dawî hat.

Di wê programê de armanca me ew bû ku em kultura diyalogê di navbera aliyên siyasî yên kurdî de belav bikin, me hewl da siyasetmedarên Kurd, ne li pişt hev, lê li hember hev, nêrînên xwe bînin ziman, bêguman ne tiştekî rihet bû tu siyasetmedarên Kurd û xwediyên nêrînên cuda bînî ser yek maseyekê, me dikaribû em wî tişî bikin û bihêlin Kurd werin di rûyê hev de, nêrînên xwe bêjin û hev rexne bikin.

Spas ji bo hemû hevkarên min, prodyuserê min Nuredîn Osman, derhêner û hemû ew kesên ku bi min re westiyane, spas ji bo hemû ew kesên ku derdê min kişandine.

 

Emê di programeke din de û bi formeke din derkevin pêşberî we.

Bi xatirê we

(Dilbixwîn Dara)”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst