Silêmanî (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî liser gefa xweseriyê ya Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê got xweserî mafê hemû parêzgehan e.
Nêçîrvan Barzanî îro li Silêmaniyê serdana şaxa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û digel berpirsê nû yê PDKê li Silêmaniyê, Şêx Edhem Barzanî civiya.
Piştî civîna digel berpirsên partiya xwe, Barzanî ji rojnamevanan re got: "Em piştgirî li xweseriyê dikin. Bi her awayî tiştekî gelek pêwîst e. Lê ne tenê ji Silêmaniyê re."
Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê pêr 15 roj molet dabûne Hikûmeta Herêmê ku pareyê hinek projeyan bişîne, eger na ew dê xweseriya Silêmaniyê ragihînin.
Derbarê moletdanê de, Barzanî bertek nîşan da û got: "Ew beşek in ji hikûmetê? Molet didine kê?"
Barzanî liser krîza aborî diyar kir ku hikûmeta wî ji bo çareseriyê her tişta ji dest tê dike.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew tenê ji bo civîn digel serkirdatiya PDKê li Silêmaniyê ye û di bernameya wî de civîn digel Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî yan rêberê Tevgera Goran, Newşîrwan Mistefa tune ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse