Kongra-Gel: Di rojevê de avakirina perlemanekî li Amedê heye

07-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Kongra-Gel  Remzî Kartal ragihand ku, lidarxistina perlemanekî li Amedê di nav rojevê de ye.

Hevserokê Kongra-Gel  Remzî Kartal di hevpeyvînekê bi rojameyeke PKKê re diyar kir ku, armanca wan ewe ku di Tirkiyeke yek de gelê kurd mafê xwe bistîne û demokrasî pêşbikeve, lê wa diyar e gelê kurd tenê vê tekoşînê dimeşîne.

Remzî Kartal dibêje, eger perlementerên HDPê ji perlemanê bên derxistin weku Hevserokê HDPê Selhattin Demîrtaş gotiye gel dikare perlemanên din çêbike ji ber wê jî lidarxistina perlemanekî li Amedê wê têkeve rojave kurdan.

Hevserokê Kongra-Gel Kartal dest nîşan kir ku, roja 2yê Adara1994an perlementerên partiya DEPê ji perlemana Tirkiyê hatin avêtin û girtin û rê ji siyasetê re hat girtin û diyar e niha jî hikûmet dixwaze wê bike û şerekî berfireh li Kurdistanê birêve bibe.

Remzî Kartal got, şerê niha hikûmeta Tirkiyê li Bakûrê Kurdistanê dimeşîne ji şerên di sala 90 de mestire, û di dema ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rexne li Îsraîlê digirt ku Gazayê wêran dike ew niha li Bakûrê Kurdistanê xiraptir dike.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst