Keça Kemal Burkay koça dawî kir

07-04-2017
RÛDAW
Nîşan Kemal Burkay Hêlîn Burkay Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keça siyasetmedarê kurd Kemal Burkay, Hêlin Burkay ku li Stocholmê di bûyereke trafîkê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

 

Siyasetmedarê kurd Kemal Burkay roja Duşema borî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Facebookê ragihandibû, ku keça wî Hêlîn Burkay li bajarê Stockholma Swêdê di encama bûyereke trafîkê de birîndar bûye lewma ew diçe Swêdê.

 

Li nexweşxaneya Swêdê bi tevê hemû destwerdanên pizîşkî Hêlîn Bûrkay nehate rizgarkirin û şevê din jiyana xwe ji dest da.

 

Hêlîn Burkay li Swêdê dijiya û di nexweşxaneyeke Stockholmê de pizîşk bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst