Çinar Ebdulla: PDKê zeremenda mezin ji paşketina pêkanîna hikûmetê

07-04-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Endama Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Çinar Seid Ebdulla, ragihand ku guhertina hevkşa siyasî li Herêma Kurdistanê sedema paşketina pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Endama serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê Çinar Seid Ebdulla duh, 06.04.2014, beşdarî bernamya Rûdawa Îro kir li ser ekranên Rûdawê bo gotûbêjkirina çend mijarên di rojevê de.

Çinar Seid Ebdulla sedema paşketina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo guhertina hevkêşa siyasî li Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 21ê Êlûna sala borî de,vegerand.

Herwiha Çinar Seid Ebdulaa got ku zeremnedê herî mezin ji paşkertna pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Partiya Demokarat Kurdistanê (KDP) ye.

Di çarçoveya gotinên xwe de Çinar got: “Di qonaxên berê de PDKê û YNKê dikarîn bi rêya hevpeymaniya siyasî hikûmetê bi awayekî zûtir pêkbînin, lê piraniya lîste û partiyam û daxwaza beşdariya wan di hikûmetê de karê pêkanîna wê girantir kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst