Galeriya wêneyan

07-03-2016
26 Photos
RÛDAW

Serdeşt (Rûdaw) – Li gundê Guzê yê ser bi bajarokê Rebet li Rojhilatê Kurdistanê kaniyek balkêş heye. Ava wê kaniyê dema ku ji erdê derdikeve, piştî demk kêm ji herikînê req dibe û wek berên rengîn şêweya xwe digire.

Li gundê Guzê yê bajarokê Rebet ê girêdayî navçeya Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê kaniyek pirr balkêş heye. Ew kanî ku bi Kanî Girawan tê naskirin, ji navenda bajarê Serdeştê tenê 12 km dûr e.

Ava kaniya Girawan şor e û bi kêrî vexwarinê nayê. Dema ku ava kaniyê ji erê tê derê, demekî diherike, lê piştre req dibe û şêweya berên rengîn digire xwe.

Ji ber wê yekê, ava kaniyê peykerekê balkêş û mezin çêkiriye û bûye cihekî balkêş ji tûrîstan re. Ew kanî di nav dolekê de ye û ji rêyên sereke yên hatinûçûnê dûr e, lê belê ji ber balkêşiya wê gellek tûrîst û xelkê deverê serdana wê derê dikin.

Kaniya Girawan a gundê Guzê yek ji cihên tûrîstî û balkêşên navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ye.