Li Amedê 8 rojan çalakî û xwepêşandan qedexe ne

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 8 rojan meş, civîn, xwepêşandan û hemû cureyên çalakiyan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bilî çalakiyên ji aliyê parêzgariyê û qeymeqamtiyan ve destûr hatine dayîn, çalakî û xwepêşandin ji 8ê Sibatê heta 15ê Sibatê hatin qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku qedexe “ji bo rêgiriya êrişan”, “parastina can û malê welatiyan”, “nehiştina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştimanî” hatiye ragihandin.

Beriya çend rojan li parêzgehên Wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê jî bi heman hincetan qedexeya çalakiyan hatibû ragihdandin.

Ev qedexekirin di demekê de ye ku rêveber û alîgirên DEM Partiyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê çalakiyan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst