HEZEX – Amadekariyên bo rewşa awarte – Şandina leşkeran didome

07-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) – Li navçeya Hezexê ya Şirnexê amajeyên amadekariyên dewletê bo ragihandina rewşa awarte tê xuyakirin.

 

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ji bo hezar û 200 mamosteyên li navçeya Hezexê ya Şirnexê peyam şand û ji wan xwestiye ku li Stenbolê beşdarî semînerê bibin.

 

Wezareta Perwerdeya Tirkiyê bi rêya peyamekê ji masmosteyên li Hezexê xwestiye ku beşdarî semînera di 8-12ê Sibatê de bibin.



 

Piştî peyama Wezareta Perwerdeya Tirkiyê dengoya “qedexeya derketina derve dê bê îlankirin” li navçeyê belav bûye.

 

Pêştir li navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê beriya ku qedexeya derketina derve bê îlankirin û operasyonên hêzên Tirkiyê bê destpêkirina peyamek bi heman awayî ji mamosteyan re hatibû şandin.

 

Beriya çend rojan jî sewqiyata leşkerî ya hêzên Tirkiyê bo Hezexê dest pê kiribû û li gor agahiyan veguhestina leşkeran bo navçeyê hêj didome.

 

Ji aliyê din ve li gor agahiyan Rûdawê ji çavkaniyên navçeyê wergirtin êvariya îro dengê çek û teqîna li çend taxên navçeyê hatiye bihîstin.

Li navçeya Cizîrê beriya qedexeya 14ê Berfanbara 2015yê bê îlankirin, ji çend bajarên rojavayê Tirkiyê leşker bo navçeya hatibû şandin û ji mamosteyên li navçeyê hatibû xwestin li memleketên xwe beşdarî semînerê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst