Zêdebûna nirxê xaniyan xelkên Amedê bêzar kirine

07-02-2014
Amed / Rûdaw
Amed / Rûdaw
A+ A-

 

Amed (Rûdaw)- Li Tirkiyeyê zêdebûna nirxê dolar li hemberî lîreyê Tirk, bandora herî mezin li ser kirîn û firotina xaniyan kiriye. Kesên feqîr nikarin xaniyan kirê bikin û bikirin. Ji ber vê yekê gelek xanî di destê emlakvanan de man.

Piştî operasyonên 17'ê kanûna 2013'an li Tirkiyeyê nirxê dolar li hemberî lîreyê tirk ji sedî 25 zêde bû. 

Vê yekê borsaya Tirkiyeyê serobino kir. Zêdebûna nirxê dolar ne tenê li ser borsayê li ser hemû jiyanê bandor kir. Bandora herî zêde jî li ser xaniyan kir. Ji ber buhabûna xaniyan bazara emlakan rawestiya. 

Welatî nikarin xaniyan kirê bikin, bistînin û emlakvan jî nikarin pere qezenç bikin. 

Emlakvanên Amedê ku ji bilindbûna dowîzê bi gazinc in, dixwazin rê li pêş aloziya aborî bê girtin.

Buhabûna xaniyan xelkê Amedê jî bêzar kir. Vê yekê bandorê herî zêde li kesên feqîr kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst