Hewlêr (Rûdaw) - Doznameya Kobaniyê ku Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, li dijî 108 kesan hatibû amadekirin, hat pesendkirin û daxwaza cezayê heta hetayê bo siyasetmedarên Kurd tê kirin.
“Lêpirsîna Kobaniyê” ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Engerê ve hatibû amadekirin, ji aliyê 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Engerê ve hat pesendkirin.
Di çarçova wê lêpirsîn û doznameyê de daxwaza 38 caran cezayê giran ê heta hetayê bo 108 siyasetmedarên Kurd tê kirin ku Heveserokên Berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne.
Roja 28ê Berfanbara 2020, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê “bûyerên Kobaniyê” dosyeyek derbarê 108 siyasetmedarên Kurd de amade kir ku 27 kes ji wan girtî ne û ew dosye arasteyî 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat kirin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqerê çendîn tohmeten arasteyî wan siyasetmedarên Kurd ku beşûek ji wan wan soyasetmedaran ev in; Ayhan Bîlgen, Sirri Sureyya Onder, Ayla Akat Ata, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Emîne Ayna, Murat Karayilan, Cemîl Bayik, Sabrî Ok, Salîh Muslum, Zubeyîr Aydar, Ertugrul Kurkçu, Mehmet Hatîp Dîcle jî di nav 108 kesan de ku daxwaza cezayê giran bo wan tê kirin.
Ev di demekê de ye ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) roja 22ê Berfanbara 2020 biryara xwe ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de aşkere kir û daxwaz kir ku Demîrtaş demildest were azadkirin.
Herwiha DMME herwiha daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku 3500 Euro maddî û 25000 Euro jî manewî qerebûya Demîrtaş bê kirin û xerciyên dadgehê jî bên dayîn ku 31900 Euro ye.
Selahattîn Demîrtaş ji roja 4ê Mijdara 2016an ve li zindana bajarê Edîrneyê girtî ye.
Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê 18ê Cotmeha 2018an jî daxwaza demildest azadkirina Demîrtaş kiribû, lê hikûmeta Tirkiyê pabendî biryarê nebû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse