Îro HDP û 7 partiyên Bakurê Kurdistanê hevpeymaniya xwe radighînin

07-01-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HDP Partiyên Kurdistanî Hevpeymanî Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Biryar e îro Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û 7 partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş pêkanîna hevpeymaniya xwe bo hilbijartinên şaredariyan rabighînin.


Hevpeymaniya navbera HDPê û heft partiyên din ên Bakurê Kurdistanê îro li bajarê Amedê bi fermî tê ragihandin. 

 

Ev cara yekeme ku Kurdên Bakurê Kurdistanê di hevpeymaniyekê de beşdariyê di hibijartinan de bikin. HDP ku sêyemîn parta mezin a Tirkiyê ye li gel wan aliyên siyasî yên bakûrê Kurdistanê wê tevilî hilbijartinan bibe.

 

Ew aliyên bi HDPê re gihîştine rêkevtinê û ji bo hilbijartinên şaredariyan, bi HDPê re hevpeymaniyê ava dikin, ev in:

 

- Hereketa Azadî

- Partiya Herêmên Demokratîk

- Partiya Komunîst a Kurdistanê

- Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye

- Platforma Demokrat a Kurd

- Partiya Mirov û Azadiyê

- Komeleya Kurdên Şoreşgêr ên Demokrat

 

Ev yek di demekê de ye ku Partiya Sosyalîsta Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û Partiya Demokrata Kurdistanê- Bakur (PDKa Bakur), beşdarî wê hevpeymandiyê nebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst