‘Îran destwerdan di karûbarên olî yên Kurdistanê de dike’

07-01-2016
RÛDAW
Nîşan Îran Kurdistan Mela Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Destwerdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê serdana hejmarek melayên Başûrê Kurdistanê bo Îranê şermezar kir û ragihand: “Hikûmeta Îranê destwerdanê di karûbarên olî yên Herêma Kurdistanê de dike.”

 

Îro jansa fermî ya nûçeyan a Hikûmeta Îranê IRNA di nûçeyekê de ragihandiye, ku Nûnerê Rêberê Komara Îslamiya Îramê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Hisên Şahrûdî ligel hejmarek melayên ola îslamê yên Başûrê Kurdistanê civiyaye.

 

Li hember wê yekê jî, Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê jî ev serdan şermezar kir.

 

Serokê Yekîtiya Zanayên Olsa Îslamê ya Kurdistanê Mela Ebdullah Mmela Seîd Weysî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Em weke Yekîtiya Zanayan ne dûr û ne jî ji nêzîk ve agahdarî serdana wê koma melayan nînin, ji ber wê jî em bi tundî wan curên serdanên bêyî agahdariya me û aliyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

 

Mela Ebdullah herwiha got: “Hîç şandeke Zanayaên Herêma Kurdistanê li Îranê nîn in, belku komel mela û kesatiyên olî yên ser bi hinek partiyên îslamî bêyî agahdariya me serdana Îranê kirine û ligel berpirsên olî yên Îranê civiyane.”

 

Mela Ebdullah amaje bi wê jî kir: “Me çend caran aliyê fermî û Konsulxaneya îranê agahdar kiriye ku destwerdanê di karûbarên olî yên Herêma Kurdistanê de nekin û me ragihandiye, ku em wê yekê qebûl nakin.”

 

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê herwiha dibêje: “Me ji berpirsên Îranê re gotiye ku ti zana û kesatiyeke olî nabe bêyî agahdariya me û Fermangeha Pêwendiyên Derve û Wezareta Ewqafê werin vexwandin.”

 

Li gor nûçeya IRNAyê, Nûnerê Elî Xamineyî Rêberê Îranê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Hisên Şahrûdî ji şanda melayên Başûrê Kurdistanê re ragihandiye, rêberê Îranê giringiyek taybet dide kurd û ew jî wek berpirsên parêzgeha Sineyê hewl didin proseya xizmetguzariyê li parêzgeha Sineyê xurt bikin û bi vî awayî dixwazin xizmetek berçav li Herêma Kurdistanê jî bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst