Sebahat Tuncel hat girtin

06-11-2016
RÛDAW
Nîşan DBP Sebahat Tuncel Tirkiye HDP Operasyon
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevseroka DBPê, Sebahat Tuncel ku di kombûnên nerazîbûnê yên roja înê ya bihorî li Amedê hatibû desteserkirin, îro bi biryara dadgehê hat girtin.

 

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê nîveşeva înê 4ê Mijdara 2016, operasyonek berfireh li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk anîbûn û hevserokên HDPê, Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag li gel hejmarek parlamenterên wê partiyê destser kiribûn, ku piştre dadgehê biryara girtinê bo Demirtaş û Yuksekdag û 6 parlamenterên din wê partiyê da û 3 parlamenter jî bi merc hatin berdan.

 

Hevseroka Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Sebahat Tuncel li gel hejmarek rayedar, parlamenterên HDPê, berpirsên DBPê û herwiha hejmarek welatiyên li dijî desteserkirin û girtina hevserok û çend parlamenterên HDPê beşdarî di  xwepêşandanek nerazîbûnê de kirin.

 

Sebahat Tuncel her wê rojê li gel 10 kesên din ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve bi awayeke tundûtîj hatibû desteserkirin.

 

Îro yekşemî 6ê Mijdara 2016, Tuncel birin pêşberî Dadgeha Cezaya Sulhê ya Amedê û li ser daxwaza dozgeriyê, biryara girtinê jê re derket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst