Serokwezîr Barzanî û Serokomar Mehsûm li hev rûniştin

06-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Iraqê Dr. Fuad Mehsûm li ofîsa xwe ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir. Barzanî û Mehsûm li ser şerê DAIŞê û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê axiftin.

Serokomarê Iraqê Dr. Fuad Mehsûm îro li Hewlêrê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re rûnişt.

Li gorî malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Mehsûm û Barzanî li ser rewşa Iraq û Kurdistanê her wiha şerê DAIŞê gotibûêj kirin.

Her wiha hat gotin ku Serokomarê Iraqê û Serokwezîrê Kurdistanê li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê axiftine û li ser girîngiya lihevhatina niştimanî û nehîştina nakokiyan tekez kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst