Ofîsa Partiya Azadî li Girkê Legê hat şewitandin

06-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Partiya Azadî ya Kurd li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê kesên nenas ve hat şewitandin.

Komîteya siyasî ya Partiya Azadî, baskê Mistefa Oso, di daxuyaniyekê de got, şeva borî, 3 kesên nenas agir berdane ofîsa wan li Girkê Legê û di encam de hemû kel û pelên di nava ofîsê de şewitîn.

Li gor daxuyaniyê, kesên di dema bûyerê de şahid bûn gotin, her sê kesên ku ser û çavên wan nuxmandî bû, piştî agir berdane ofîsê, reviyan.

Partiya Azadî ku yek ji endamên Encumena Niştimanî ya Kurd e, ew kar şermezar kir û bal kişand ku ev ne cara yekê ye ofîsên wan dibine arman, ji ber berî niha ofîsên wan li Amûdê û Serê Kaniyê jî hatibûn şewitandin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst