Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan

06-09-2018
RÛDAW
Nîşan Agirî Projeya Xurtkirina Jiyana Siruştî Kew
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya projeya "Xurtkirina Jiyana Siruştî" yli ser Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan.

 

Kewên ku Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê hatin berdan, li Çêwlika Heywanên Kovî ya Rêveberiya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî hatin xwedîkirin.


undefined


Ji bo ku populasyona kewan zêde bibe û hevsengiya kêzikên ku li siruştê mezin dibin, çêbibe kew hatin berdan.


Bi beşdariya Rektorê Zanîngeha Îdirê Prof. Dr. Mehmet Hakki Alma kew di nav qefesan da heta quntara Çiyayê Agiriyê anîn û li wê derê hatin azadkirin.


undefined


Rêveberê Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî Mete Turkoglu jî got ku kew qirnî û kêzikên zirardar dixwin û mirovan ji nexweşiyan diparêzin.


undefined


Qaymeqamê Karakoyunluyê Kamil Guzel jî beşdarî bernameyê bû û daxuyanî da rojanamegeran û wiha got: "Ez bawer dikim ku bi vê projeyê hejmara kewên çolê dê zêde be. Îro hezar kewên ku şandin, me li Çiyayê Agiriyê berdan."


Projeya "Xurtkirina Jiyana Siruştî" bi piştevaniya Wezareta Çandinî û Daristanê da hate pêkanîn.



undefined

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst