Huda-Par: Dewletê û PKKê xelk xapandin

06-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) – Partiya Doza Azad (Huda-Par) ragihand dewletê û PKKê xelkê kurd û tirk xapandin.

Li Bakûrê Kurdistanê li Amedê Huda-Parê di derbarê şer û pevçûnên dawî yên Bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke çapemeniyê da û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyarên xwe pêşkêş kir.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Huda-Parê Amedê Şehmus Tanrikulu ve hate xwendin.

ŞehmusTanrikulu amaje kir ku piştî xeletiyên dewletê û PKK’ê dîsa şer û pevçûn destpê kirin û her dû alî jî dibêjin ew hatine xapandin, lê ev yek ne rast e û yê hatî xapandin xelkê kurd û tirk e.

Tanrikulu anî ziman ji bo rawestandina şer muxatabê dewletê PKK ye lê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd muxatab hemû dezgeh û partiyên Kurdistanê ne û tena serê xwe PKK nikare nunertiya kurdan bike.

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî Tanrikulu pêşniyarên partiya xwe pêşkêş kir û got pêwîst e zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê duyêmîn û herwiha makezagoneke sivîl û mafnas were dirustkirin.

Tanrikulu da zanîn ku çareseriya pirsgirêka kurd li gorî îslamê jî wacibe û pêwîst e hemû mafên kurdan ên xwezayî werin naskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst