GEVER - Şaredarê bajarokekî ji bo bêrîvanan biryareke nû da

06-08-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Geverê ajeldarî çavkaniyeke sereke ya debara jiyana xelkê ye
Li Geverê ajeldarî çavkaniyeke sereke ya debara jiyana xelkê ye
Nîşan Gever Bajêrge Bêrîvanî
A+ A-

Gever (Rûdaw) – Şaredarê bajarokê Bajêrgeyê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê, alikariya mazotê dide bêrîvanan.

Li Bakurê Kurdistanê yek ji deriyên sereke yên dahata xelkê ajeldarî ye.

Li bajarokê Bajêrgeya Mezin a Geverê bêrîvan serê sibê zû radibin û ji bo dotina pêzê xwe dikevin rê û berê xwe didin zozanên bilind.

Beşek ji bêrîvanan bi hesp û dewaran xwe diçin zozanên bilind pezê xwe didoşin.

Di van salên dawiyê de bi çêkirina rêyan re bêrîvan êdî bi wesayîtan diçin bêriyê lê pirsgirêkeke mezin li pêşiya wan e û ew jî bihabûna mazotê ye.

"Ev projeya me jî ji bo bêrîvanan e"

Şaredarê Bajêrgeyê Dirbaz Buyuksu ji Rûdawê re diyar kir ku wan biryar daye mazota wesayîtên bêrîvanan bidin û got:

“Em gelek projeyên civakî amade dikin, ev projeya me jî ji bo bêrîvanan e, em alikariya mazotê didin bêrîvanan. Armanca me jî ew e ku ajeldarî li herêma me xilas nebe.

Ji ber debara jiyana xelkê me li ser ajeldariyê ye. Em jî dixwazin ajeldarî û cotkarî li herêma me zêdetir bibin.”

Li gorî biryara Serokatiya Şaredariya Bajergêyê êdî mazot û benzîna seyareyên ku bêrîvanan dibin bêriyê ji aliyê şaredariyê ve dê bi belaşî were dayîn.

Armanca sereke ya şaredariyê ew e ku zêdetir piştgiriya ajeldaran bike û bêrîvan jî bi vê biryarê keyfxweş in.

Bêrîvan Memîxan Kinayê got, “Serokê şaredariyê alikariya hemû bêrîvanan dike, em jî pezê xwe didoşin û debara xwe pê dikin.”

Bêrîvan Hîra Karataşê jî diyar kir ku zozanên wan gelekî dûr in û got, “ Xwedê jê razî be Serokê Şaredariyê alikariya me dike. Eger na em nikarin seyareyan bigirin û pezê me nayê dotin. Em spasiya wî dikin.”

Bêrîvan Şadiye Alptekînê jî got, “Alikariyê ji bo mazotê dide me û pere jî lazim be dide me. Li herêma me kar nîne, me tiştek nîne, zarokên me diçin xwendinê û dahata me kêm e. Berê mazot erzan bû lê niha gelekî giran e em jî nikarin bikirin.”

Li gorî amarên Şaredariya Bajêrgeyê hejmara pez û mer û malatî berî 10 salan ji niha, zêdetirî 100 hezarî bû lê niha li Bajêrgeyê û gundên dorûberê wê tenê derdora 6 hezar serî pez maye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst