ROJAVA - Li Girkê Legê yekemîn seyrangeh hate vekirin

06-08-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Li Girkê Legê, seyrangehek bi navê Seyrangeha Rojava hate vekirin.
Li Girkê Legê, seyrangehek bi navê Seyrangeha Rojava hate vekirin.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Girkê Legê Seyrangeha Rojava
A+ A-

Girkê Legê (Rûdaw) - Tevî gef û metirsiya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê jî, gelek proje têne vekirin. Li gundewarên devera Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo cara yekem seyrangeh û xwaringehek tê vekirin. Seyrangeha Rojava li gundê Girkefik e û li ser rûberê 8 donim zevî hatiye avakirin.

 

Vekirina projeyên bi vî rengî dibin derfet ku kar ji bo hejmarek ciwan peyda bibe. Li wê seyrangehê 30 kes kar dikin ku 25 ji wan Ereb in û 5 jî Kurd in.

 

Seyrangeh Rojava yarî û lîstikên zarokan û hinek teyr û balinde û ajel û 4 nafûreyên avê li xwe digire û herwiha beşekî taybet bi dawet û şahiyan jî lê heye.

 

Xwediyê vê projeyê, Isam Salih ji Rûdawê re got, wî ji ver heza xwe ev cih vekiriye, bêyî ku hizr ji serkeftin an jî binkeftinê bike, yan jî li ser hesabên qezenckirin û jidestdanê bifikire.

 

Isam Salih ragihand: ''Ev der seyrangeh û xwingeha vexwrina û iskerêm , me henik ajel anîne ,li devera me projeyên bi vî rengî tunene,eger tu bi bingeftinê bifikire tu ti karan nake. Cihekî hênik û proje dê serkeftî be, eger serkeftî be emê projyên xwe zêdtir bikin''

 

Vekirina seyrangehê derfeta kar ji çend kesên xelkên deverê re jî peyda kiriye.

 

Nûra û xwişk û birayekî xwe li vir kar dikin da ku neçar nebin li pey pariyê nanê xwe koçber bibin.

 

Karmenda Seyrangeha Rojava, Nûra Ebdullah dibêje: ''Em sê kesên ku li vir kar dikin ji saet 7 heta 1,30 şev em alîkariya malbatên xwe dikin û me beriya niha ev kar kiriye eger kar li vir nabe emê neçar diman li derveî welatê xwe kar bikin.''

 

Xelkên gund û deverên nêzîk ji Kurd û Ereban serdana seyrangehê dikin. Niha havîn e û dibistan jî di bêhnvedanê de ne, lewma derfetek e ji zarokan re ku bi malbatên xwe re serdana cihekî bi vî rengî bikin.

 

Malbat jî hem zarokên xwe û hem jî mêvanên xwe tînin vir.

 

Zekiya Nezîr yek ji wan kesan e, ku serdana seyrangahê kiriye. Ew ji Rûdawê re  dibêje: ''Bi xwedê em tên vir cihekî xweş û avê û xwarina wê paqije û kêfa zarokên me tê beriya niha em di çûne derê dûr ev der nêzîkî me ye.''

 

Welatî, Emar Elmihoş jî kêfxweşiya xwe bi vekirina vê projeyê tîne ziman û dide xuyakirin: ''Seyrangehek li cihekî vekirî ye, vekirina vê tişetekî pir xweş e, me zarokên xwe anîn û jinên xwe atmosêrin pir xweşin cihê lîsteka zarokan jî heye û ajel jî hene em spasiya rêverbirya vir dikin ku cihekî bi vî rengî di vê rewşa niha de vekirin.''

 

Heta niha li nava Girkê Legê seyrangeh nînin. Ji bilî vê seyrangehê, li bajarê Rimêlanê jî çend seyrangeh û cihên lîstina zarokan jî hene. Li bajarên din ên Cizîra Rojavayê Kurdistanê jî çend cihên taybet ji bo zarok û malbatan hene ku berî sala 2011an hatibûn vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst