Îsal 60 hezar geştiyar hatine Zaxoyê

06-07-2018
Yûsif Mûsa
Zaxo
Zaxo
Nîşan Zaxo Geştiyar Iraq
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Ji destpêka îsal ve, wate 6 heyvên destpêka sala 2018ê, nêzîkî 60 hezar geştyaran serdana cihên geştyarî yên navçeya Zaxo ya bajarê Duhokê kirine. Tê pêşbînî kirin heta dawiya salê 60 hezar geştiyarên din werin vî navçeyî.

 

Hinek grûbên geştiyar ên hatine havîngeha Şarenîşê ya Zaxo, nêzîkî 530 kîlometre rê birîne û ji Bexdayê gehiştine deverên geştiyarî yên Zaxoyê. Her yek ji wan 200 dolar dane kompanyayên geştyarî ji bo heyama heftiyekî li havîngehên geştiyarî yên Herêma Kurdistanê bimÎnin.

 

Geştiyar Leyla Celal dibêje: “Maşallah selawat li ser rûhê pêxember be. Ev cara duyemîn e ez têm Kurdistanê birastî jî gelek ciwan e û pêşkeftî ye. Xizmetguzarî gelek baş in.”

 

Geşitiyar Elî Mûwefeq jî diyar dike: “Ji aliyê xizmetguzariyê ve pir baş e. Danûstandinên ligel geştiyaran jî gelek baş e.”

 

Navçeya Zaxo dikeve sêgoşeya dewletên Iraq, Sûriye û Tirkiyê. Di 2 salan de 13 kompanyayên geştiyariyê li Zaxo hatine vekirin. Bi giştî 46 kompanyayên gşetiyariyê hene û hemû li pey derfetên baş ên kar digerin.

 

Berpirsê kompanyayekî geştiyariyê Zuhêr Îrfan dibêje: “Me li gel hinek kompanyayan danûstandin kiriye, dibêjin îsal kar pir baş e. Piraniya geştiyaran ji başûrê Iraqê tên vê derê.”

 

Li Zaxoyê 20 havîngehên geştiyariyê hene. Par tenê 45 hezar geştiyar hatibûne navçeyê lê îsal ev hejmar hêj di 6 mehên destpêkê de gihiştiye 60 hezaran.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst