Navê nû yê BDPê hat eşkerekirin

06-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Komîteya amadekar a sêyemîn kongreya BDPê ragihand, di kongreyê de navê partiyê dê were guhertin û dê bibe Partiya Demokrasiyê ya Herêman ku bi tirkî dîsa dibe BDP.

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) dê roja 11ê Tîrmeha îsal sêyemîn kongreya xwe li Enqerê li dar bixe.

Li ser amadekariyên kongreyê, endamê komîteya amadekar a kongreyê Kamuran Yûksek îro li Amedê civînek rojnamevaniyê li dar xist û agahî da rojnamevanan.

Kamuran Yûksek, diyar kir ku wan li ser navê BDPê yê nû gotûbêj kirine û gihîştine wê biryarê ku navê nû yê BDPê wiha be: Partiya Demokrasiyê ya Herêman (Bolgelerin Demokrasi Partisi-BDP).

Yûksek, anî ziman, ji ber ku BDP stratejiyeke pêkanîna xweseriya demokratîk li herêman dişopîne navê wê yê nû bûye partiya demokrasî ya herêman û got, BDP dê him civakê zana bike û perwerde bike him jî kadroyên sîstema xweseriya demokratîk perwerde bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst