HPG: Leşkerê Tirk bi helîkopterê birîndar bûye

06-06-2013
EHMED EKAŞ
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyek ji Hêzên Parastina Gel (HPG) ji Rûdawê re ragihand leşkerê Tirkiyê yê di dema vekişîna gêrîllayan de birîndarbûyî, ji aliyê helîkopterê ve hatiye birîndar kirin. 

Roja 03.06.2013an li herêma Kuraçalê ya nêzî gundê Roboskê yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê, di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên HPG'ê yên vedikişiyan de şer derketibû.

Bi bihîstina şer re, Komîsyona Şopandinê ya Şirnexê, nûnerên rêxistinên BDP'ê yên bajar û navçeyan, aktîvîstên DOKH û Dayikên Aştiyê bi sedan kes ber bi herêma şer ve bi rê ketibûn. 

Ji bo carek din şer di navbera gêrîllayên HPG û leşkerên artêşa Tirkiyê de rûnede, welatiyan bedena xwe kirin mertal û sînor girtin. Nêzî 600 kesên di nav de jin jî hene, li ser sînor kamp çêkirin û agir dadan.

Welatiyan daxwaz ji leşkeran kirin ku paşde vegerin. Welatiyan diyar kirin ku ji bo şer çênebe, ew bûne mertal. Li ser daxwaza gel, leşkeran mekîneyên xwe yên kar paşde vegerandin. Li ser vê yekê gêrîllayên PKKê yên li beramberî leşkeran jî rêya xwe dom kirin. 

Di çapemeniya Tirkiyê de hatibû ragihandin ku di navbera hêzên PKK û leşkerên Tirkiyê de şer derketiye û di encamê de leşkerek birîndar bûye.

Çavkaniyeke HPGê ji Rûdawê re ragihand ku leşkerê artêşa Tirkiyê yê li ser sînorê başûrê Kurdistanê de hatibû birîndarkirin, ne di şerê ligel HPGê de birîndar bûye. 

Heman çavkaniyê ragihand ku dema tîmek ji leşkerên artêşa Tirkiyê xwestin vekişîna gêrîllayên HPGê asteng bikin, şer derket û wiha got: “Ew leşker bi kevirên ku ji avêtina rokêtên helîkopterên Tirkiyêa pijiqiyabû ve birîndar bû.”

Heman çavkaniyê wiha got: “Berpirs û çapemeniya Tirkiyê jî gihîştine wê encamê ku ew leşker ne ji aliyê hêzên HPGê ve hatiye birîndar kirin û bikevirên ku ji derba rokêtên helîkoptirê bijiqîbûn birîndar bûye.”

Gêrîllayên HPGê ji 8ê Gulana 2013an ve dest bi vekişînê kirin. Yekemîn û duyemîn koma gêrîllayên HPGê di navbera rojên 15-16ê gulanê de derbasî başurê Kurdistanê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst