Li Şehba şer û pevçûn derket

06-05-2019
RÛDAW
Şeva borî, şer û pevçûn li eniya gundê Merenaz derket
Şeva borî, şer û pevçûn li eniya gundê Merenaz derket
Nîşan Şehba Şer Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî, şer û pevçûn li eniya gundê Merenaz di navbera Hêzên Rizgarkirina Efrînê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de derketin.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva borî, derdora saet 10ê şevê, li eniya gundê Merenazê, şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Rizgarkirina Efrînê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê derketin.

 

Derbarê encamên şer û pevçûnan de, çavkaniyan tu zanyarî belav nekirine.

 

Roja 4ê Nîsanê, şerekî giran di navbera herdu aliyan de li hersê gundên Merenaz, Milkiyê û Şewarixet el-Erz derketibû û hêzên opozisyonê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê hersê gund ji destê YPGê derxistibûn.

 

Lê piştî şerekî giran ku topxaneya hikûmeta Sûriyê jî tevlî bûbû, hêzên opozisyonê ji hersê gundên navborî hatibûn derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst