Dêra ermeniyan Surp Giragosê hat restorekirin

06-05-2015
Mahîr Yûksel
Rudaw
Rudaw
A+ A-

 

 

Amed (Rûdaw) - Hîndekara Zanîngeha Dîcleyê Alîkar Doç. Dr. Fatma Meral Halîfeoglu, ji ber restorasyona Dêra Ermenî ya Surp Giragosê bi awayeke pir serkeftî çêkiriye, hêjayî Xelata Mîrateya Çandê ya Herî Serkeftî ya Yekitiya Ewropayê hate dîtin.

Dêra Surp Giragos a Ermeniyan ku bi salan bê xwedî û xirabe ma bû. Bi xwedîlêderketina ermeniyan dîsa gihîşte dîmenê xwe yê berê û ji gelek welatên cîhanê tûrîst ji bo dîtina vê dêrê têne Amedê.

Restorasyona vê dêrê ji aliyê Avahîsaz û Akademîsyena Zankoya Dîcleyê Fatma Meral Halîfeoğlu ve hate çêkirin û xebata wê jî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hate xelatkirin.

Akademîsyen û Avahîsaz Fatma Meral Halîfeoglu ji Rûdawê re wiha got: “Ev dêr di Rojhilata Navîn de dêra herî mezin a ermeniyan e û avahiyeke dîrokî ye. Ji ber vê yekê dema em li ser restorasyonê xebitîn me xebateke gelek hessas kir ku ji rewşa xwe ya resen dûr nekeve. Xelata kum in sitand jî girîngiya vê avahiyê dide nîşan.”

Ermeniyên ku li Amedê dijîne  jî ji restore kirina dêrê gelek keyfxweşin û wekî xebateke bi nirx û girîng dibînin.

Dêra Surp Giragos a Ermeniyan ku bi alikariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedêhate restore kirin  ji sala 2011ê ve ji bo wacibên olî hatiye vekirin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst