Li Dirbêsiyê zarokekî 13 salî winda ye

06-04-2023
Sîna Soma
Sîna Soma
Li Dirbêsiyê zarokekî 13 salî winda ye
Li Dirbêsiyê zarokekî 13 salî winda ye
Nîşan Dirbêsiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Dibêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê zarokekî 13 salî winda ye û malbat ji bo dîtina wî daxwaza alîkariyê dike.

Li gor agahiyên Rûdawê, zarokê bi navê Birahîm Salih Derwîş ê 13 salî xelkê gundê Qirmanê yê ser bi bajarê Dirbêsiyê ve winda bûye û ti agahî jê nayên zanîn.

Dayika Birahîmê 13 salî, Agrîn Şêxmûs ji Rûdawê re ragihand, ji duh Çarşemê 5ê Nîsanê ve demjimêr 13:00an ve kurê wê winda bûye û tevî ku li wî geriyane lê ti agahî jê bidest nexistine.

Dayika Birahîm diyar kir ku kurê wê li dibistana gundê Qirmanê pola şeşan dixwîne.

Agirîn Şêxmûs got, kurê wê saxlem e û ti pirsgirêkên wî yên tendirustiyê nînin, herwiha ti pirsgirêkên wî li malê jî tunebûn.

Diya Birahîmê 13 salî tekez kir, wan serdana Asayişa Rêveberiya Xweser û saziyên din ên rêveberiyê kirine lê ji wan re hatiye gotin ku kurê we ne li cem me ye.

Agirîn Şêxmûs bi rêya Rûdawê ji bo dîtina kurê xwe daxwaza alîkariyê ji xelkê kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst