Galeriya wêneyan

06-04-2019
12 Photos
RÛDAW

AA/Rûdaw

Bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ku li ser rêya koçê ya çivîkên koçber e vê heyamê bi sedan teyrên baz re malxweditiyê dike.

Dema hewa germ dibe li Exîl, Pîran û Erxaniya navçeyên Amedê teyrên baz tên dîtin.

Mamoteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Recep Karakaş diyar kir ku Amed li ser rêya koçê ya çivîkan e, û wiha axivî: "Xêncî rêyên sereke rêyên rex jî hene. Ev jî ji herêma me re derbas dibin û gelek cure çivîk van rêyan bi kar tînin. Li gor min çivîk herêma Dîcle û Feratê wekî nîşan bi kar tînin. Teyr bi piranî ref ref koç dikin.”