AMED – Dibistan û nexweşxane dibin qereqol

06-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li çend navçeyên Amedê 11 dibistan, 6 navendên tendirûstiyê yên malbatan û 2 beşên navxwe yên xwendekaran, tên rûxandin û li şûna wan qereqol tên çêkirin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, niha rûxandina hinek ji wan navendan dest pê kiriye û yên din jî bi roj xizmeta welatiyên dikin û bi şev jî wek qereqol tên bikaranîn.

Li gor ajansên nûçeyan, li navçeyên Sûr, Rezan û Yenîşehîr ên Amedê bi giştî 11 dibistanên seretayî, 2 beşên navxwe (yurd) û 6 navendên tendirûstiyê dibin qereqolên leşkerî.

Piştî gurbûna şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û hêzên dewleta Tirkiyê de, gelek navçe wek Sûra Amed, Cizîra Şirnex, Gevera Colemêrg û Nisêbîna Mêrdînê hatin wêrankirin û niha jî bi taybet li Sûrê bi hinceta ewlekariyê qereqol tên çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst