Agir berdane Ofîsa Partiya Pêşverû li Amûdê

06-03-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ofîsa Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ji aliyê kesên nenas ve at şewitandin.

Endamê Partiya Pêşverû Mistefa Hac Taha li bajarê Amûdê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Îro serê sibehê dora saet 4, kesên nenas 2 butlên benzînê avêtin ofîsa partiya me li Amûdê û pişt re agir berdane ofîsê”.

Hac Taha diyar kir ku malên li nêzîk ofîsê dora saet 4.30 bi agir hesiyan û bi alîkariya xelkê bajêr agir hat vemirandin.

Hac Taha herwiha got ku jibilî odeya rûnitşinê ya sereke ti odeyên din ên ofîsê nehatine şewitandin û ti zirarên canî jî nebûn.

Hac Taha diyar kir ku heta niha nediyar e bê ew kar ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Bajarê Amûdê wek navenda kantona Cezîrê ya rêveberiya xweseriya demokratîk hatiye destnîşankirin a ku di dawiya meha çile ya borî de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevalbendên wê ve hatiye avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst