Meletî (Rûdaw) – Di ser erdhejên Mereşê re 2 sal derbas bûn lê li Meletiyê bi hezaran kes hîn jî di konteyneran de dijîn û birînên wan nekewiyane.
Li taxeke navçeya Çirmiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, 400 konteyner ji bo mexdûrên erdhejên 6ê Sibata 2023yan hatine terxankirin.
Konteyner du ode ne û di rewşeke asayî de cihê mayîna 4 kesan e lê ji ber nebûna cih, di hinan de 6 kes û di hinan de jî zêdeyî 10 kesan tê de dijîn.
“Em 10 kes di konteynerekê de dijîn”
Mexûra erdhejê Songul Îmrayê got:
"Em 10 kes di vê konteynerê de dijîn.
Em bi dorê radikevin. Ev cihê ku em lê dimînin bi qasî qutiyeke kîbrîtê ye.
Ez hewl didim cil û berg û kelûpelên 10 kesan tê de bi cih bikim.
Me konteynereke din jî xwestibû. Em li ser hev radikevin, qerebalix e.
Me xwest konteynereke mezintir bidin me lê wan got, konteynerên vala nînin."
Li Meletiyê 2 hezar û 175 xaniyên komî ku ji bo mexdûrên erdhejê dihatin çêkirin, qediyan û radestî xwediyên wan hatin kirin.
Li aliyê din, gelek ji wan welatiyên ku bi sedema erdhejê malên xwe ji dest dane, hîn jî di konteyneran de dijîn.
Piraniya kesên ku li bajarê konteyneran dijîn, ji ber tirsa di dema erdhejê de çareseriya derûnî werdigirin.
“Derûniya me xirab bû”
Mexdûrê erdhejê Mustafa Akpinar her wiha got:
"Di erdhejê de kurê birayê min, hevjîna min, bûka min û neviyên min, hemûyan canê xwe ji dest da.
Her kesî ji malbata xwe kes ji dest dan. Em bi tenê man. Erdhej tiştekî pir xerab e, eger şer jî bûya bi vî rengî nedibû.
Hişê me çû, tiştek bi navê derûniyê nema. Mezin û biçûk hemû dîn bûn."
Her çi qasî 2 sal di ser erdheja 6ê Sibatê re derbas bûne jî pirsgirêkên perwerde, tenduristî, xanî û aboriyê li Meletiyê berdewam dikin.
“Cihê min ê xwendinê nîne”
Erdhejê herî zêde bandor li zarokan û xwendina wan kiriye.
Mexdûrê erdhejê Emîrhan Dogan jî got:
"Em 5 kes di konteynerekê de dijîn, ev yek asteng e ji bo amadekariya ezmûnê, cihekî min ê xwendinê nîne.
Ez hatim vir lê ez bêriya dibistana xwe ya berê dikim û nikarim xwe li vir biguncînim.
2 sal in ez li vir dijîm, vê yekê bandor li xwendina min kiriye.
Ez bêriya hevalên xwe û dibistana xwe dikim, ez hewl didim bigihim hevalên xwe, rewşeke pir dijwar e."
Li gorî amarên fermî di erdheja 6ê Sibatê de li Meletiyê hezar û 237 kes mirin û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûn.
Li Meletiyê 69 bajarên konteyneran hatine avakirin ku 32 hezar û 295 konteyner lê hene.
Di wan konteyneran de 117 hezar û 232 kes dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse