Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê Kebaba cîgerê di her sê danên xwarinê de tê xwarin lê ji ber bihabûnê xelk êdî nikare bixwe.
Li Rihayê bihayê porsiyona cîgerê gihiştiye 250 lîreyî û xelk êdî nema dikare bixwe.
Ji ber kêmbûna mişteriyan 2024an nêzîkî 100 dikanên cîgerfroşiyê hatine girtin.
Cîgerfiroşên bajêr û cîgerhez ji rewşê gilî û gazinan dikin.
"Karê me ji sedî 50 kêm bûye"
Cîgerfroş Mehmet Zaman got, "Li gorî sala borî karê me ji sedî 50 kêm bûye. Ji ber çi wiha bûye?
Niha kîloya cîgerê bûye 750 lîre. Di navbera sala borî û îsal de 300-350 lîre ferq kiriye.
Mirovên ku berê hefteyê du caran dihatin dixwarin, niha nikarin mehê carekê jî bixwin.”
Hostayê ku di heman demê de Endamê Odeya Esnafên Restorant û Şîranîfroşên Rihayê ye, ji berpirsan daxwaz dike ku ji bo daxistina bihayê cîgerê çareyekê bibînin.
"Em debara zarokên xwe ji vê derê dikin"
Mehmet Zaman wiha pê de çû, "Divê dest biavêjin vî karî û çareyekê bibînin.
Em bangî berpirsan dikin, ji bo rizaya Xwedê bila xwedî li van dikandaran derkevin.
Em vê yekê dixwazin, ji bilî vê yekê ti daxwaza me tune.
Em debara zarokên xwe ji vê derê dikin. Wekî din ti deriyekî em biçin tune.”
Welatî jî dibêjin, berê wan ji du rojan carekê cîger dixwar lê niha 10 rojan carekê dikarin bixwin.
Welatî Mehmet Er wiha anî ziman, "Em bi taybetî di taştê de cîgerê dixwin.
Lê piştî zêdebûna bihayê cîgerê, bihayê etorê em dixwin jî zêde bû.
Me berê bi 120-150 lîreyan etorek cîger dixwar lê niha gihiştiye 220-250 lîreyan.”
Li Rihayê 24 demjimêran dikanên vekirî yên cîgerê hene û her wextî peyda dibe.
Cîgera Rihayê bi agirê komirê tê biraştin û li gel pîvaz, bexdenûs, firingî û îsotên hişk û kesk ên Rihayê ji mişteriyan re tê pêşkêşkirin. Helbet dew jî jê kêm nabe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse