Serok Barzanî derbarê erdhejê de peyam da

06-02-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Erdhej Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî derbarê erdheja îro ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê peyamek belav kir û ragihand, “Ez xwe hevbeşê xem û êşên wan dizanim.”

Serok Barzanî li ser Twitterê derbarê erdheja îro de peyamek belav kir û got: “Sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbanî û mexdûrên erdheja îro ya li Tirkiyê û Sûriyê re dixwazim û xwe hevbeşê xem û êşên wan dibînim û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim.”

Îro erdhejekê bi hêza 7.4 pileyê Rîxterê Bakurê Kurdistanê hejand. Navendê Erdhejê li navçeya Bazarcixa Mereşê ye, lê li gelek bajar û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî bandora wê hebûye.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, heta niha 42 paşlerze piştî erdheja mezin hatine tomarkirin. Ji ber erdheja îro, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 284 kesan canên xwe ji dest dane.

Herwiha erdheja îro li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî hatiye hîskirin.

Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê bi destê Rûdawê ketine, zêdetir ji 30 avahî û xanî li bajarê Efrînê hilweşiyane û serê sibehê 51 termên qurbaniyan rakirine nexweşxaneya serbazî ya Efrînê.

Li bajarokê Cindirêsê jî, hejmareke mezin ji avahiyan bi temamî herifîne û heta niha bi dehan kes di jêr kavilan de mane û hejmarek kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiya Sûriyê jî ragihandiye, di encama erdhejê de heta niha 237 kesan canên xwe ji dest dane û 639 kesên din jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst