Dawî zanyarî li ser aşûta Wanê

06-02-2020

19:25

Xebatên lêgerînê li cihê aşûtê hatin sekinandin

Xebatên lêgerînê li cihê aşûtê hatin sekinandin

Li navçeya Miksê ya Wanê, li cihê ku aşût lê hatibû xwarê, navber bi xebatên lêgerînê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê, li cihê aşûtê ku dikeve ser rêya di navbera Miks û Wanê de, di encama datayên meteorlojîk, lêkolînên heyeta teknîk li cihê bûyerê û tarîbûna hewayê, xebatên lêgerînê hatine rawestandin.

Li gor heman daxuyaniyê endamekî tîmên hawarçûnê hîn jî di bin wê aşûtê de maye û hatiye gotin ku sibê xebatên lêgerînê dê careke din bên destpêkirin.

Di encama herdu aşûtên li navçeya Miksê de, heta niha 41 kesan canê xwe ji dest dane û 81 kes jî birîndar bûne.

Zêdetir bixwîne

16:01

Hejmara qurbaniyên aşûta duyem a li Wanê gihîşt 36 kesan

Heta niha derbarê hejmara çend kes di bin aşûtê de ne agahiyek zelal nehat bidestxistin

Hejmara kesên ku di bûyera aşûta li navçeya Muksê ya Wanê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 36 kesan û li cihê bûyerê lêgerîna rizgarkirinê berdewam e. 

Li navçeya Muksê li herêma ku aşût lê ket di xebatên lêgerînê de cinazeyê kesekî din jî hat derxistin. Di bûyerê aşûta duyem de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîşt 36 kesan.

Ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Cendirme (JAK) û AFADê li herêma ku şepe lê çêbûye xebatan didomînin.

Li ser rêya navçeya Muksê ya Wanê du rojan li pey hev aşût pêk hat. Di bûyera yekemin de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û ligel vê hejmarê tevî cenezayên ku di aşûta duyem a li Wanê de hatibûn derxistin, hejmara kesên ku di herdu aşûtan de canê xwe ji dest dan, bo 41 kesan bilind bû.

Heta niha derbarê hejmara çend kes di bin aşûtê de ne agahiyek zelal nehat bidestxistin.

Zêdetir bixwîne

15:28

Aşûta Wanê û Şêwirmenda Erdogan: Mesele çi ye?

Gulşen Orhan jî di bin aşûtê de mabû

Li Gêdûka Karabetî ya li ser rêya Wan û Muksê, pêr Sêşemê 4ê Sibatê bi şev wesayitek a kar û mînîbusek rêwiyan di bin aşûtê de mabûn û di vê bûyerê de cenazeyê 5 kesan ji bin aşûtê hatibû derxistin û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin û herwiha 2 kes jî di bin aşûtê de mabûn û xebatên lêgerîna wan dihat kirin.

Li Wanê aşûta duyem bi ser wan kesan de hatiye ku li du kesên di bin aşûtê de mane digeriyan.Tîmên hawarçûnê û xelkê, duh xebatên ji bo dîtina herdu kesan li cihê aşûtê birêve dibirin, lêbelê careke din aşût hat û di encamê de li gor daxuyaniya AFADê duh termên 34 kesan hatine derxistin û 60 kes jî hatine rizgarkirin.

Nûnerê Haberturkê yê Enqere Bulent Aydemir piştî ku îdia kir bêtedbîriya şêwirmenda Serokomarê Tirkiyê û parlamentera berê yê AK Partiyê Gulşen Orhan bûye sedema aşûta duyam a navçeya Muksa Bakurê Kurdistanê, vê mijarê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê karvedanên mezin li pey xwe anî û herwiha li ser medyaya civakî jî gelek tişt li ser hatin gotin.

Bulent Aydemir îdia kiribû ku parlamentera berê ya Wanê Gulşen Orhan tevî hişyariyan ji bo beşdarkirina civînekê xwestiye rêya di navbera Muks û Şaxê de bide vekirin û ligel  makineyên kar û rêvekirinê birêketiye û ew bêtedbîrî bûye sedema aşûta duyem a Muksê.

Piştî vê îdiayê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li ser medyaya civakî gelek kesan rexne li Gulşen Orahn girtin û ew weke bûye sedema aşûtê tohmetbar kirin.

Vê yekê Gulşen Orhan neçar kir ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiva van îdiayan bide.

Gulşen Orhan îdiayên derbarê xwe de red dike û dibêje di demekê wiha herkes hestyar û xemgîn de îdiayên “ji rastiyê dû û bêbingeh” bêwicdanî ye.

Orhan amaje kir ku hinek alî li ser “derewan” siyasetekê dikin û wiha pê de çû: “Ligel cenazeyan em bi rêya Xizanê ber bi Muksê ve ketin rê. Weke tê îdiakirin me ti civîn li Şaxê yan li ciheke din nekiriye. Ji bo dîtina cihê bûyerê û daku rewşê li wê derê bibînim ez ji karwana 5 cenazeyan veqetiyam. Dema ez gihîştim cihê bûyerê hejmareke zêde ya mirovan hebû û tîmên AFAD û cendermeyan jî xebatên lêgerînê dikirin. Piştî yek xulekê ez gihîştim wê derê aşûta duyem qewimî. Ligel min jî ti makineyên kar nebû.”

Orhan herwiha da zanîn ku ligel wê bidehan kes di bin aşûtê de man û çend kesan canê xwe ji dest dan û got: “Tevî vê êşa mezin di demekê de ku em hewl didin ligel miletê xwe derbas bikin, nûçeyên bimebest û dewrew bêwicdanî ye.”

Bulent Aydemir beşdarî bultena Haberturkê bû û ji Gulşen Orhan lêborîna xwe xwest û gor ku gotinên wî şaş hatine fêmkirin.

Zêdetir bixwîne

12:26

Li Wanê cenazeyê kesekî din ji bin aşûtê hat derxistin

Hêj du kes di bin aşûtê de mane

Li navçeya Muksê ya Wanê di encama lêgerînên îro de cenazeyê kesekî din ji bin aşûtê hat derxistin û bi vî awayî hejmara qurbaniyên aşûta duyem a Muksê gihîşt 34 kesan.

Îro Pêncşemê saet 07.00 lli navçeya xebatên lêgerînê yên ji bo kesên di bin aşûtê de mane ku duh êvarî hatibûn rawestandin, dîsa hat destpêkirin.

Piştî xebatên îro cenazeyê kesekî din jî hat derxistin.

Li gor medyaya Tirkiyê 3 kes di bin aşûtê de mabûn.

Zêdetir bixwîne

11:54

Di bin aşûtê de çend kes mane?

Xebatên lêgerînê berdewam in

Li navçeya Muksê ya Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo kesên di bin aşûtê de mane ku duh êvarî hatibûn rawestandin, îro dîsa hat destpêkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê hêj di bin aşûtê de 2-3 kes mane û têne bi beşdariya tîmên AFAD û cendermeyan xebatên lêgerîna wan berdewam in.

Li gor daxuyaniya AFADê duh termên 33 kesan hatine derxistin û 60 kes jî hatine rizgarkirin.

Zêdetir bixwîne

11:12

Xebatên lêgerînê dîsa destpê kirin

Hejmarek kes hêj di bin aşûtê de ma

Li navçeya Muksê ya Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo kesên di bin aşûtê de mane îro dîsa dest pê kirin.

Ji ber metirsiya rûdana aşûteke sêyem, duh Çarşemê 5ê Sibatê êvarî xebatên lêgerînê hat rawestandin û ew herêma aşûtê bi qasî 10 kîlometran hatibû valakirin ji bo ku tedbîrên zêdetir bên wergirtin.

Îro Pencşemê sibê xebatên lêgerîna kesên ku di bin aşûtê de mane ji nû ve dest pê kir.

Vê care têne tîmên AFAD û cendermeyan beşdarî xebatan dibe û xelk ji herêmê hatine dûrxistin.

Zêdetir bixwîne

10:11

Wezîrên navxwe û tendirustiyê serdana birîndarên aşûtê kirin

Soylu û Koca li nexweşxaneyê serdana birîndaran kirin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca, serdana rizgarbûyên ji bin aşûta navçeya Muksa Wanê kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca li nexweşxaneya serdana welatî, karmendên hawarçûn û leşkerên bi birîndarî ji aşûta Mukse rizgar bûne kirin.

Koca û Soylu piştre ji aliyên peywendîdar derbarê bûyerê de agahî hildan.

Zêdetir bixwîne

09:42

Şandên CHP û HDPê diçin Wanê

Hêj 20 kes di bin aşûtê de mane

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) biryar dane ku ji cihê, şandên xwe ji ber aşûta li navçeya Muksa Wanê bo herêmê bişînin.

Li ser hesabê twitterê yê HDPê hate ragihand ku îro Pêncşemê 6ê Sibatê şandeke weê partiyê bi serokatiya Hevserokê HDPê Sezaî Temellî dê ji ber aşûta Muksê serdana Wanê bike.

Hewiha hate gotin ku Parlamenterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç û rêvebirên HDPê yên Wanê li herêmê bûne û li cihê bûyerê û nexweşxaneyê lêkolînên xwe kirine.

Ji aliyê din ve biryar e îro şandeke CHPê bi serokatiya Parlamenterê Enqerê Tekin Bingol û ji Parlamenterê Stenbolê Alî Şeker, Parlamenterê Edaneyê Burhattin Bulut, Parlementerê Kastamonu Hasan Baltaci û Parlamentera Hatayê Suzan Şahib pêk tê, diçe Wanê.

Zêdetir bixwîne

09:35

Serokê Partiya Saadetê yê Îpekyoluyê di bin aşûtê de canê xwe ji dest da

Serokê Şaxa Partiya Saadetê yê Îpekyoluya Wanê Mehmet Emin Kurt

Serokê Şaxa Partiya Saadetê yê Îpekyoluya Wanê Mehmet Emin Kurt jî yek ji wan kesên ku di bûyera aşûta duyem a li navçeya Muksa Wanê canê xwe ji da.

Serokê Şaxa Partiya Saadetê yê Îpekyoluya Wanê Mehmet Emin Kurt di vegera teziya qurbaniyên aşûta yekemîn de ew jî di bin aşûta duyem de ma.

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku Mehmet Emin Kurt ketiye bin aşûta duyem de û canê xwe ji dest da.

Zêdetir bixwîne

09:19

Dawî zanyarî li ser aşûta Wanê

Aşûta Wanê

Di aşûtên li navçeya Muks a Wana Bakurê Kurdistanê de heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane, 53 kes hatine rizgarkirin û 20 kes jî din bin aşûtê de mane.

Li Gêdûka Karabetî ya li ser rêya Wan û Muksê, pêr Sêşemê 4ê Sibatê bi şev wesayitek a kar û mînîbusek rêwiya di bin aşûtê de mabûn. Di vê bûyerê de cenazeyê 5 kesan ji bin aşûtê hatibû derxistin û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin. 2 kes jî di bin aşûtê de mabûn û xebatên lêgerîna wan dihat kirin.

Li Wanê aşûta duyem bi ser wan kesan de hatiye ku li du kesên di bin aşûtê de mane digeriyan.

Tîmên hawarçûnê û xelkê duh xebatên ji bo dîtina herdu kesan li cihê aşûtê birêve dibirin, lêbelê careke din aşût hat û di encamê de li gor daxuyaniya AFADê duh termên 33 kesan hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Bi vî awayî ji ber herdu aşûtên li wê navçeyê, heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane. Di nav kesên ku di encama aşûta duh de canê xwe ji dest dane, cerdevan, leşker û tîmên hawarçûnê hene.

Herwiha li gor zanyariyan 20 kes jî di bin aşûtê de mane û xebatên ji bo dîtina wan kesan jî di şert û mercên dijwar de berdewam bikin, lê duh êvarî xebat hatin rewastandin û biryar e, îro dîsa xebat dest pê bikin.

Ji ber metirsiya rûdana aşûteke nû, ew herêma aşûtê bi qasî 10 kîlometran hatibû valakirin ji bo ku tedbîrên zêdetir bên wergirtin û tîmên hawarçûnê û xelkê yên ku xebatên lêgerînê birêve dibin bêne parastin.

Zêdetir bixwîne