EFRÎN – 50 malbatên çekdaran ji Mabata derketin

05-12-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Çekdar Derketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî agahiyên ji herêma Efrînê ve, 50 malbatên grûpên çekdar ji bajarokê Mabata ya ser bi vê herêma Rojavayê Kurdistanê ve derketin.

 

Çavkaniyeke taybet ji bajarokê Mabata ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn 50 malbatên grûpên çekdar ji malên welatiyên bajarokê Mabata derketin.

 

Heman çavkaniyê diyar kir ku ew malbat tenê yên grûpên çekdar in ku ji bo deverên din hatine veguhestin.

 

Çavkaniyê herwiha diyar kir, ku li gorî zanyariyan, hin ji wan malbatan ji bo Idlibê û hin jî ji bo Tirkiyê hatine veguhestin.

 

Derbarê malbatên ku li nav bajarok mane, çavkaniyê ji Rûdawê re got 300 malbatên erebên Xûteya Şamê hîn li nav bajarokê Mabata niştecî ne.

 

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji roja 18ê Adara îsal ve û piştî operasyona Çiqlê Zeytûnê, ketiye bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst