Navenda Nûçeyan - Serokê Şaredariya Merîwanê ragihand, karker, karmend û endamên şaredariya wî bajarî bo dema 8 mehan meaş negirtine û şaredarî 3 milyon û 750 hezar dolaran deyndarê wan kesane.
Serokê şaredariya Merîwanê Cemal Şerîfî ji malpereke xwecihî re ragihand budceya şaredariyê ne weke pêwîst e, dahatên şaredariyê ne cîgir in û dabînkirina mûçeya karmendan jî bûye sedeme ku ew sazî deyndar bikeve.
Merîwanê Cemal Şerîfî endamên xula berê ya şaredariyê û serokê şaredariye bi berpirsê deyndarbûna wê saziyê dide zanîn û dibêje bêyî ku şiyanên şaredariyê berçav bigrin karmend wergirtine.
Serokê şaredariyê herweha ragihand ji ber hatina demsala sermayê dê beşek ji karmendan kêm bikin.
(A.B)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse