Grûpên çekdar li Efrînê 75 seriyên pez dizîn

05-11-2021
RÛDAW
Grûpên çekdar li gundê Meyase yê ser bi nahiya Şêrawa ya Efrînê ve 75 seriyên pez dizîn
Grûpên çekdar li gundê Meyase yê ser bi nahiya Şêrawa ya Efrînê ve 75 seriyên pez dizîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê belav kirine ku li gundê Meyase yê ser bi Nahiya Şêrawa ve, çekdarên ser bi Tirkiyê ve 75 seriyên pez dizîne.

Ew pez yê kesekî bi temen bi navê Nayif Hesen in ku temenê wî 78 sal in.

Li gor heman çavkaniyan, wî şivanî pezên xwe li navçeyên di navbera herdû gundên Birad  û Meyase de diçêrand, li gor zanyariyan, çekdaran êrîşî wî şivanî kiriye û hemû kaxez û belgeyên taybet jê standine, lê xistine û şandine gundê wî bê pez.

Berî niha jî çekdaran pezên kesekî din jî dizîbûn, lê li hember fidye ku 4 milyon lîre Sûriyê dane, pezên wî hatibûn vegerandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst